'

Rûyê hev-ast: Rûbirûbûn, têgihîştin, bi hev re jiyan

Binyada Software AG – Binyada li Darmstadt, Sindoqa “Auf Augenhöhe” (“Rûyê hev-ast”) digel hevparan li sala 2016’an dest pê kir û ji nîv milyon ewroyî pirtir jê re dabîn kir. Piştî qasa herî pirr a qeyrana qaşo penaberan, armanca hevbeş xurtkirina berpirsyariya medenî bo wan penaber û koçberan bû ku gihîştine, herwiha bi zûtirkê û bi awayê ne-burokratîk cihên (penaberan) hêsankarî dikir, ku tê de hevgirtina civakî tê afirandin û rûbirûbûn dikare di rûyê hev-ast de pêk were.

Ne-burokratîk û nedijwar

Di vî warî de, Sindoqê ne tenê arîkariya diravî daye pêşnûmayan, ku tê de gel ji navendên çandî yên cur bi cur dikarin bi rêzdarî bi hev re reftar bikin, herwiha rê daye ku bikarhêner bo xwe rave bikin, bo van rûbirûbûnan pêdiviya wê bi çi heye – bêyî demkutabûna teng, pîvanên zehmet ên arîkariya malî û rêbazên dijwar ên daxwazê.

Heya 5,000 ewroyan bo pêşnûma û destpêşxeriyên xwecihî

Bo daxwaza arkariyên malî yên pêşnûmayê li qasa heya 5,000 ewroyan, li destpêkê, tenê binyadên hemwelatiyan ên digel mohra çawaniyê û piştre, ew binyadên hemwelatiyan ên xwedan mercên mohra çawaniyê, dikarîn bo pêşnûmayên xwe yan ji aliyê destpêşxeriyên xwecihî ve daxwazên xwe bidin.

Terxankirina cihên vekirî

Sindoqê, bi teşeya xwe ya vekirî, ku bi kursiyên vala nimadîn bûye, bo rêkar û nêrînên cur bi cur cihê vala hîştiye. Carinan, hevpirsîn, piştevanî û guftogo pêwîst in, carinan têkildarî bi hev re bûna ser hunerê û çanda (xwarinê), ceribandina xweza û werzişê ye. Hetanî nîvê sala 2020’î, hema bi qasî 180 pêşnûmayên gelekî cuda vî awayî çêbûn, jê rawestgeheke radyoyî ya tevlêbûnê, xizmetên bo xwe-rêxisitnê ya penaberan yan berhemanîna şanoyî ser mijarên “welat” and “revînê”.

Dirav û hevparên nû yên sindoqê

Binyada Software AG – Binyadê, piştî hişdariya dijminahiya digel biyaniyan û hevdem handana kêrhatîbûna zêde ya sindoqê, wê biryar da destwerdana xwe di teşeya ceribandî-û-ezmûnbûyî bo kêşeyên koçberan û tevlêbûnê bidomîne. Loma wê 300,000 ewroyên din li 6 Sibata sala 2020 da hesabê sindoqê û herwiha binyadên hemwelatiyan, wê Malên Çavkaniyan (HoR/ MÇ) wekî hevparên hevkariya zêdek bi dest anî, ku bi rêya wan şîrketên têkildar jî dikarin di pêşerojê de bi qasî 3,000 heya 5,000 ewroyan anegorî pêdiviyan piştevanî wergirin. Hevdem, sindoq, ku Software AG – Stiftung 2021 dîsan bi qasî nîv milyon ewroyî tê de sermiyan daniye (di sê salan de belav bûye), digel 12 ji giştî 20 HoR kar dike.